Swîsre di înnovasyonê de yekemîn e

Rêxistina Milkiyeta Ramanî ya Cîhanê (WIPO) li Cenevreyê rapora xwe ya salane ya li ser hilberîna nûbûnê eşkere kir. Li gorî vê yekê Swîsreyê di rêza yekemîn de cih girt. Çînê jî cihê xwe di nava 25 welatên destpêkê de girt.

Di raporê de rewşa 128 welatan hat nirxandin û hat destnîşankirin, ku fonên welatan ên ji bo hewldanên hilberîna nûbûnê (înnovasyon), li gorî sala 2014'an ji sedî 4 zêde bûye. Di rapora WIPO de hat ragihandin, ev zêdebûn gelekî kêm e û bal kişand ser bandora rewşa neyînî ya aboriyê li ser vê yekê.

Di mijara nûbûn û hilberîna patentê de Swîsre di rêza yekemîn de cih girt. Swêd di rêza duyemîn û Qraliyeta Yekbûyî jî di rêza sêyemîn de cih girt. DYA bû çaremîn, Fînlandiya pêncemîn û Îrlanda, Danîmarka, Hollanda û Elmanyayê di rêzên piştî wan de cih girtin.

Welatê Çînê jî cara yekemîn di nava 25 welatên destpêkê de cih girt. Sîngapûr û Koreya Başûr jî di nava 25 welatên destpêkê de ne.