Germa hewayê wê di sala 2017'an de kêm bibe
Piştî ku hat ragihandin, sala 2016'an wê bibe 'sala herî germ a dîrokê', tê payîn germa hewayê di sala 2017'an de kêm bibe.
Piştî ku hat ragihandin, sala 2016'an wê bibe 'sala herî germ a dîrokê', tê payîn germa hewayê di sala 2017'an de kêm bibe.
Lê pispor dibêjin ev kêmbûn rewşeke normal e û germahiya global wê bidome.
Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîka (NASA) çend roj berê dabû xuyakirin, ku sala 2016'an wê bibe 'sala herî germ a dîrokê'. Di daxuyaniya NASA'yê de hat ragihandin, meha Tîrmehê li gorî heman meha salên 1951 û 1980'ê bi 0,84 pileyî germtir derbas bûye û nîvika germa sala 2016'an jî wê di asta rekorê de be.
Ji pisporên avhewayê ya Zanîngeha Bîrtanya East Anglîa Phîl Jones jî da xuyakirin, ku germa îsal bigihêje asta rekorê wê di sala 2017'an de kêm bibe. Jones diyar kir, fenomena El Nîno wê qels bibe û ev yekê bandorê li kêmbûna germê bike.
Piştî ku germa hewayê di sala 2017'an de kêm bibe, tê payîn kesên naxwazin li hemberî germa global tedbîr werin girtin bikevin dewrê û destnîşan bikin ku di germabûnê de bandora mirovan 'nîne'.
Endamê Navnda Çavdêriya Meteorojiyê ya Ewropayê Jean Tehepaût da xuyakirin, ku kêmbûna germê di sala 2017'an de rewşeke normal e û anî ziman, ev yek wê demeke kurt bajo û di dema pêş de germahiya global wê bidome.
Di civîna bilind a avhewayê COP21 de, ku Kanûna par li Parîsê pêk hat, biryar hat girtn ku heta dawiya sedsala 21'an germahî li gorî rêjeya germa dema beriya serdema şoreşa pîşesaziyê 'di binê 2 pileyê de bê sekinandin'.