Merkel da xuyakirin, ku jineke bi temamî kincên girtî li xwe dike û serê xwe digire 'şensê wê kêm e entegreyî Elmanyayê bibe', lê der barê qedexekirina vî kincî de nêrîneke zelal bilêv nekir. Merkel diyar kir, Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere wê nirxandina siyasî û hiqûqî ya li ser mijarê bike û ew ê jî destekê bide wî.
Thomas de Maîzîere jî di daxuyaniyên xwe yên dawî de ragihandibû, ku ew li dijî qedexekirina bi temamî ya bûrka ye û anîbû ziman, eger biryareke bi vî rengî were dayîn jî, wê ev biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê redkirin. De Maîzîere diyar kiribû, ew alîgir e ku girtina rûyê xwe li daîreyên fermî, dadgehan û dibistanan, qedexe be.
WÊ DI CIVÎNA WEZÎRÊN KARÊN HUNDIR DE BÊ NÎQAŞKIRIN
Tê payîn ev mijar di civîna Wezîrên Karên Hundir ên ji partiyên yekîtiya Xiristiyan (CDU-CSU) de bê nîqaşkirin, ku ev civîn îro li paytext Berlînê pêk tê.
Nîqaşên li ser kincê bi navê bûrka û kincê mirov pê dikevin birkê yê bi navê bûrkînî, di dema dawî de li Fransayê ji nû ve bûbûn rojev.