Hejmara qurbaniyên li nexweşxaneya ji aliyê Siûdiyan ve hat bombekirin zêde dibe

Li Yemenê, nexweşxaneyek ji aliyê Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ve dihat bikaranîn piştî nîvro bû hedefa êrîşa hewayî ya Siûdiyan. Bîlançoya vê êrîşê giran dibe.

Balafirên şer ên koalîsyona welatên Kendavê ya bi pêşengiay Erebîstana Siûdî, duh êrîşeke hewayî li wîlayeta Hacca kirin. Li gorî agahiyan, di vê êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 25 kes birîndar in û fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.

Dîrektorê Tenduristiyê yê Wîlayetê Ayman Madkûr da xuyakirin, ku êrîşa li hemberî nexweşxaneya li bajarê Absê ji aliyê balafirên koalîsyonê ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ve hatiye kirin û bibîr xist, herêm di bin kontrola milîsên Şîa Hûsî de ye.

Madkûr ragihand, di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane e de, gelek sivîl hene û piraniya van jî jin û zarok in.

Şahidan gotin, balafiran servîsa lezgîn a nexweşxaneyê hedef girtine.