Di erdheja li Perûyê de gelek kes mirin
Li Perû ya Emerîkaya Başûr erdherj pêk hat, di encamê de 4 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn.
Li Perû ya Emerîkaya Başûr erdherj pêk hat, di encamê de 4 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn.
Saziya Parastina Sivîl a Perûyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de hate gotin, li herêma Areqûîpayê bi himeta 5.2’yan erdhejek pêk hatiye. Li gorî daneyên berdest ên pêşîn, di encamê de 4 kes mirin û ji 40'an zêdetir kes jî birîndar bûne.
Di erdhejê de tê gotin bi dehan mal hilweşiyane, fikar hene ku di nav kavilan de zêdetir cenaze hene.
Li Perûyê ku li ser xeta fayê disekine, 1970’yî di erdhejê de ji 100 hezarî zêdetir kes miribûn.