Dozên li hemberî endamên berê yên Nazî, ku li kampên komkirinê yên di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bi mîlyonan mirov lê hatin qetilkirin, cih girtin an jî bûn alîkar, bê encam dimînin. Di salên dawî de bi dehan gilî hatin kirin, lê belê ji ber ku dema lêpirsîna der heqê van kesan de hatin dirêjkirin, piraniya wan mirin an jî ji ber emrê wan ê dirêj doz hatin betalkirin. Piraniya dozên hatin vekirin jî ji ber heman sedemê bê encam dimînin.
JI 28 ENDAMÊN NAZÎ YÊN LI KAMPEKÊ BI TENÊ 3 KES KETINE BER LÊPIRSÎNÊ
Navenda Ronîkirina Sûcên Nazî yên li Lûdwîgsbûrgê (ZStL), ku li ser komkujiyên li kampên komkirinê yên Naziyan dixebite, têkildarî sûcên li kampa komkirinê ya Majdanek de 28 dosya amade kir. Lê bi tenê 3 ji van ji aliyê dozgeriyê ve tê birêvebirin. Dîrektorê ZStL Jens Rommel da xuyakirin, ku yek ji van 3 lêpirsînên tên meşandin, têkildarî Naziyekî berê yê 94 salî de ye.
Ev lêpirsîn ji aliyê Dozgeriya Frankfûrtê ve dihat meşandin. Lê belê ji ber rapora 'ji ber emrê dirêj nikare bê cezakirin' a ji aliyê doktor ve hat dayîn, biryara girtina vê lêpirsînê hat dayîn. Bi heman rengî, jineke 92 salî ya li kampa komkirinê ya Aûschwîtzê wezîfedar bû, wê tevlî dadgeha li Kîelê nebe. Tê zanîn, para van her du şexsan di kuştina bi sed hezaran mirovên li kampên komkirinê heye.
KOMÎTEYA AÛSCHWÎTZ: DADGEHA FEDERAL GELEK DERENG DIMÎNE
Li aliyê din, rêveberê Komîteya Awûschwîtzê ya Navneteweyî Chrîstoph Heûbner Gronîn, rawestandina temyîza dozan rexne kir û got, "Dadgeha Federal gelekî dereng dimîne."
Komîteyê der barê Naziyekî di 93 saliya xwe de beriya destpêkirina darizandinê mir, daxuyaniyek da û ragihand ku lêpirsîn bi dehan salan ji nedîtî ve hat. Komîteyê ev rewş rexne kir û got, "Hiqûq piştî şer (Elman) îflas kiriye". Komîteyê da xuyakirin, ku darizandina endamên berê yên Naziyan dereng tên xistin.