Norwêc krediyek ji mîlyarek dolarî dide Îranê
Welatê Îranê, ku piştî xebatên xwe yên bernameya nukleerî li Neteweyên Yekbûyî vekir û ambargoya li ser hat rakirin, vê carê Norwêc ê pê re hevkariyê bike.
Welatê Îranê, ku piştî xebatên xwe yên bernameya nukleerî li Neteweyên Yekbûyî vekir û ambargoya li ser hat rakirin, vê carê Norwêc ê pê re hevkariyê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê Borge Brende ku li paytexta Îran Tehranê hevdîtinan dike, tevî hempîşeyê xwe yê Îranî Cewad Zafîr mora xwe danî binê peymanek ji bo fînansekirina gelek projeyan.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat ragihandin, Norwêc wê projeyên li Îranê bi 1 mîlyar dolarî fînanse bike. Hat ragihandin, projeyên ku Norwêc wê desteka wan bike, li ser pêşketin û binesaziyê ne.
Ji ber bernameya dewlemendkirina nukleerê, Neteweyên Yekbûyî bi pêşengiya DYA demeke dirêj ambargo danîbû ser îranê. Di encama muzakereyên li Awûstûryayê de, di Tîrmeha 2015'an de peyman hat morkirin ku navendên nukleerî yên li Îranê ji kontrolê re bên vekirin.
Piştî vê peymanê, ji destpêka vê salê û pê ve beşeke girîng a ambargoya navneteweyî a li ser Îranê hatibû rakirin.