Derb li Boko Haram hat xistin: Herî kêm 16 çete hatin kuştin
Di operasyonên li Nîjeryayê yên li hemberî Boko Haram de gelek çete hatin kuştin. Rêxistina çete Boko Haram par dabû xuyakirin, ku ew bîatê ji DAIŞ'ê re dike.
Di operasyonên li Nîjeryayê yên li hemberî Boko Haram de gelek çete hatin kuştin. Rêxistina çete Boko Haram par dabû xuyakirin, ku ew bîatê ji DAIŞ'ê re dike.
Ji artêşa Nîjeryayê serheng Sanî Osman da xuyakirin, ku ji çeteyên Boko Haram ên êrîşî garnîzoneke li bajarê Kangarwa kirine, herî kêm 16 çete hatine kuştin. Serheng ragihand, yek jê efser 12 leşker jî birîndar bûne û got, ev şer roja Yekşemê qewimî.
Li gorî agahiyên hatin ayîn, di operasyona piştî êrîşê de cihekî çeteyên Boko Haram ku gelek çek û cebilxane lê bûn, hat dîtin.
Boko Haram a li herêma navbera Nîjerya, Nîjer û Çadê ji sala 2009'an û vir ve tevdigere, tê texmînkirin ku heta niha di êrîşên xwe de herî kêm 13 hezar mirov qetil kirine. Ev rêxistina çete bi taybetî bi êrîşên li hemberî dibistanan û revandina mirovan tê naskirin.