Elmanya li dijî Peymana Penabaran a bi Tirkiyê re ‘Plana B’yê hazir kiriye

Di ber Peymana Penabaran de Elmanya ya ku çav ji hemû komkujî û zextên Erdogan û AKP’ê re girtî, li ser dibêtiya ‘xirabûna peymanê’ tê gotin amadekiriyên xwe lezandiye.

Li gorî nûçeyeke kovara Der Spîegelê ku xwe spartiya belgeyeke Wezareta Darayî ya Federal, Elmanya bi devê xwe yê fermî xirabûna peymana bi Tirkiyê re nayîne zimên lê belê ‘Plana B’yê amade kiriye.

Di nûçeya kovarê de di rewşeke wiha de ku peymana penaberiyê xira bibe têkildarî çûnên darayî û pêşgirên polîsî hatine nûkirin. Li gorî vê pisporên Wezarata Darayî dibêjin, ‘Rewşa Tirkiyê ne zelal e’’ û pêdivî pê heye ku di asta Yekitiya Ewropayê de navbeynkariyek çêbibe.

Di belgeya pozîsyonê de ku ji hêla Wezarata Darayî ve hatiye amadekirin tê gotin, di dema şandina penaberan de ya ji Yewnanîstan ber bi Tirkiyê ve hin tengezarî hene û li hemberî betalkirina peymana Frontexê sînorê Tirkiyê-Yewnanîstê divê bêhtir were parastin.

Tê gotin wezaret her wiha dixwaze ku li ser sînoaran divê navendên pêşwazîkirina penaberan werin avakirin û bêne tomarkirin û ji bo vê jî hewceyî pê heye ku bi Yewnanîstanê re, ‘’hevkariyeke berfireh were kirin’’ Her wiha tê gotin, divê Yewnanîstan bi zextên darayî ji bo vê hevkariyê were qanihkirin.

Di heman belgeyê de tê gotin divê li ser sînorên Swêd û Fransa kontrol werin zêdekirin û di hin rewşan de jî divê hin jê paş ve werin şandin.

Belgeya ku Der Spîgel behsa wê dike, li gel geşadên piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Serokwezîr Merkel a ku ji hevkariya Tirkiyê naqere, nîşan dide ku di rastiyê de ti hêviya wê ji peymanê nîn e. Wezarata darayî di rêveberiya partiya Merkel CUD’yê Wolfang Schaûbleyê de ye.

Schaûble herî dawî piştî belgeya têkildarî hevkariya Tirkiyê ya bi çeteyan re ji ji hêla Wezarata Karê Hundir ve hatibû par ve kirin û li dijî kesên ku hevkariya bi AKP’ê re re rexne kiribûn, ‘’giringiya berjewendiyan’’ dubare kiribû.