Di êrîşên rejîmê û çeteyan de herî kêm 51 sivîl hatin kuştin

Li Heleb û derdora wê, ji ber êrîşên hêzên rejîmê û komên çete, tê gotin zêdeyî 50 jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve hatin dayîn, ku navenda xwe li Londonê ye, di êrîşên her du aliyan ên li Heleb û derdora wê de bi dehan sivîl bûne hedef.

Li gorî îdîaya saziya çavdêriyê, yek ji bomberdûmana li hemberî taxên li rojhilatê Helebê hatiye kirin û li vê derê 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, yek jê zarok e Her wiha bi dehan kes birîndar bûn.

Di êrîşa bi topan a El Nûsra û çeteyên nokerên wê de, ku li hemberî herêmên di destê rejîmê de ne hat kirin, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 ji wan zarok in. Saziya çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê îdîa kir ku di êrîşên li rojhilatê Helebê de 27 sivîl hatine kuştin.