Çîn wê alîkariyê bide artêşa Sûriyeyê
Komara Gel a Çînê ku tê zanîn zêde têkilî siyaseta Rojhilata Navîn nabe, diyar kir, ew ê bi rejîma Beşar Esad re hevkariya leşkerî bikin û destekê bidê wê.
Komara Gel a Çînê ku tê zanîn zêde têkilî siyaseta Rojhilata Navîn nabe, diyar kir, ew ê bi rejîma Beşar Esad re hevkariya leşkerî bikin û destekê bidê wê.
Li gorî agahiyên ku endamê Komîsyona Leşkerî ya Navenda Çînê Guan Youfaî li paytexta Sûriyê, li Şamê dayî ajansa Xînhaû, pêşxistina ‘’Têkiliyên dostane yên kevneşopî’’ di rojevê de ye. Di hevdîtina Wezîrê Parastina Sûrî Casim el Freyc û Guan Youfaî de li hev hatin ku Artêşa Rizgariya Gelê Çînê malzemeyên alîkariyê bişîne. Agahî nehat dayin bê ka wê di nav van malzemeyan de çi hebin û çawa bişînin. Çîn di siyaseta Rojhilata Navîn de, di nav endamên Konseye Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên wekî DYA, Fransa, Rûsya, Brîtanyayê de bi piranî xwe li paş dihêle. Lê tê zanîn ku rêveberiya Pekînê, bi mebesta ku di navbera rejîma Sûriyê û komên di şer de bi mebesta ku navbeynkariyê bike, beriya niha dîplomat peywirdar kiribûn.