Sala 2016’an di dîrokê de wê bibe sala herî germ
Daîreya Hewayî û Fezayê ya Emerîka (NASA) ragihand ku Tîrmeha 2016’an meha herî germ bû, bi awayekî giştî wê 2016’an di dîrokê de bibe sala herî germ jî.
Daîreya Hewayî û Fezayê ya Emerîka (NASA) ragihand ku Tîrmeha 2016’an meha herî germ bû, bi awayekî giştî wê 2016’an di dîrokê de bibe sala herî germ jî.
Li gorî rapora ku ji aliyê NASA’yê ve hate weşandin diyar kir ku germahiya Tîrmeha sala 2016’an li gorî daneyên salên 1951 û 1980’an 0,80 pile hê gertim bû. Li gorî germahiya meha Tîrmeha sala 2015’an 0,11 pileyan hê gertir bû.
Mirovê zanîstî yê endamê NASA’yê Bavîn Schmîdt jî di hesabê xwe yê Twîtterê de jî wiha anî ziman: “Wê sala 2016’an bi îhimalekî pir mezin ji sedî 99 bibe di dîrokê de sala herî germ.”
Di serê salê de jî Daîreya Atmosfer û Okyanûsan a Netewî (NOAA) jî di raporekî xwe de diyar kirbû ku germahiya sala 2016’an di aliyê bilindbûna ava okyanûsan û gazên bi bondor ên sera de “Bûye sala herî xirap.”