DYA dest ji girtîgehên taybet berdide

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), girtîgehên taybet ên di salên dawî de ji ber bûyerên şîdetê û pirsgirêkên ewlekariyê bûn mijara rexneyan, gav bi gav tên girtin.

Wezîra Edaletê ya DYA Sally Yates da xuyakirin, ku ji 190 hezar girtî û hikumxwarên ji ber sûcên federal girtî ne, 22 hezar li girtîgehên taybet tên ragirtin û heta Gulana 2017'an ew dixwazin kapasîteya van girtîgehan daxînin 14 hezar 200 kesî. Yates bibîr xist, ku di sala 2013'an de 30 hezar ji 220 hezar mehkûman di girtîgehên taybet de bûn û ew dixwazin temamiya van mehkûman li girtîgehên dewletê bi cih bikin.

Yates da zanîn, girtîgehên taybet 'valahiya demekê dagirtin' û got, ew dixwazin êdî bi temamî girtîgehên dewletê bi kar bînin.

Plana hikûmeta federal a ji bo terikandina girtîgehên taybet, bi tenê ji bo beşeke biçûk a mehkûmên li welêt derbas dibe. Li DYA, zêdeyî 2 mîlyon girtî û hikumxwar hene, ku li girtîgehên taybet an jî girtîgehên ji aliyê eyaletan ve tên kontrolkirin, tên ragirtin.

Di raporek beriya hefteyekê hat weşandin de hat ragihandin, li girtîgehên taybet ên li DYA'yê, pirsgirêkên ewlekariyê û bûyerên şîdetê li gorî girtîgehên din zêdetir in. Di raporê de hatibû gotin, girtîgehên taybet ji bo mehkûman ji nû ve li jiyana civakî vegerînin, neserketî ne.