Li peravên Sîcîlyayê 1.100 penaber hatin rizgarkirin
Zêdeyî hezar penaberên hewl didan ji Lîbyayê biçin Îtalyayê, li peravên Sîcîlyayê hatin rizgarkirin.
Zêdeyî hezar penaberên hewl didan ji Lîbyayê biçin Îtalyayê, li peravên Sîcîlyayê hatin rizgarkirin.
Yekîneya Ewlekariya Peravên Îtalyayê (Gûardîa Costîera) da xuyakirin, ku di 11 operasyonên duh de 1.110 penaber hatine rizgarkirin. Li gorî daxuyaniyê, penaber li Geliyê Sîcîlyayê hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, penaber bi 8 botên lastîk, keştiyek û 2 kelekan berê xwe dane Îtalyayê.
Li gorî hejmarên ku Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Înê eşkere kir, ji destpêka vê salê û vir ve, piraniya wan ji Lîbyayê, 105 hezar 350 penaber di Derya Spî re xwe gihandine Îtalyayê. Di heman demê de 2.726 penaber, ku zarok û jin jî di nav de hebûn xeniqîn.
Hejmara penaberê ji destpêka sala 2014'an û vir ve xwe gihandine Îtalyayê 400 hezar derbas kiriye. Tê gotin zêdeyî 10 hezar kes jî di rê de jiyana xwe ji dest dane.