Ji bo ji nû ve avakirina Yemenê pêwîstî bi 16 mîlyar dolarî heye

Li Yemenê, ku di nava sal û nîvekê de ji ber şerê navxweyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, xisara giran a li welêt gelekî zêde ye. Li gorî Banka Cîhanê ji bo nû ve avakirina vî welatî pêwîstî herî kêm bi 15 mîlyar dolarî heye.

Li Yemenê, di şerê navbera milîsên Hûsî yên Şîa, alîgirên Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh û yekîneyên artêşê yên ser bi serokdewletê niha Mansûr El Hadî de, ji Adara 2015'an û vir ve 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer xisareke mezin li gelek bajran kiriye.

Wezîrê Rêveberiyên Herêmî yê Yemenê Abdulraqib Saîf da xuyakirin, ku ji bo ji nû ve avakirinê pêwîstî bi 15 mîlyar dolarî heye. Saîf ragihand, ew vê agahiyê dispêre lêkolînên Banka Cîhanê.

Neteweyên Yekbûyî jî di dawiya xwe ya duh de ragihand, ji ber şerê navxweyî, li vî welatê nifûsa xwe 26 mîlyon e, herî kêm 14 mîlyon mirov pêdiviya xwe bi alîkariya xwarinê heye.