Demokratên Xiristiyan wê polîtîkayên ewlekariyê bişidînin
Tê gotin, ji hevkarên desthilatdariya Elmanyayê partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU dixwazin qanûnên 'antî terorê' û krîmînal ên hîn bêhtir hişk derxînin.
Tê gotin, ji hevkarên desthilatdariya Elmanyayê partiyên yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU dixwazin qanûnên 'antî terorê' û krîmînal ên hîn bêhtir hişk derxînin.
Tê gotin, polîtîkayên nû yên ewlekariyê, bi niyeta amadekariya hilbijartinên giştî tên xwestin.
Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Welt, rêveberên CDU û CSU yên koma li Meclîsa Federal, agahiyên berfireh ên li ser civînên hefteya bihurî parve kirin. Di vê çarçoveyê de tê xwestin, qanûnên ewlekariyê yên di salên dawî de hatine dijwarkirin, bêhtir werin şidandin.
Yek ji mijarên sereke ku CDU û CSU li ser dixebitin ew e, ku polîs û Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, çavkaniyên telekomunîkasyonê hîn bi lez karibin bişopînin. Bi vê yekê ve tê xwestin, axaftinên devkî û nivîskî hîn bi lez werin şopandin.
CDU û CSU dixwazin şîrketên xizmetên mîna e-mail, messengerê didin û agahiyên bikarhênerên tora medya civakî bên qeydkirin. Her wiha wê bê xwestin, ku ev agahiyên hatine qeydkirin, demeke dirêj bên ragirtin.
Partiyên hevparê desthilatdariyê her wiha dixwazin, welatîbûna mirovên cot-welatî yên ji bo rêxistinên li Elmanyayê weke 'terorîst' tên qebûlkirin li derve şer dikin, bê betalkirin. Ji bo pêşîgirtina li êrîşan jî tê xwestin, şopandina bi kamera bê berfirehkirin. Her wiha hewl tê dayîn, kesên weke 'Îslamiyên tund' tên zanîn bêhtir werin şopandin, neçariya îmze avêtinê bê zêdekirin û ger û geşt bê kêmkirin.
Tê gotin CDU û CSU ev biryar ji bo hilbijartinên giştî yên Îlona 2017'an standiye, ku bi vê yekê ve dixwaze dengê xwe yên kêm bûne, zêde bike.