Mirovan cîhan derbasî serdemeke nû ya jeolojîk kirin
Zanyaran dan xuyakirin, ku mirovan cîhan derbasî serdemeke nû ya jeolojîk kirine. Tê gotin, ev serdema nû ya jê re Anthroposen tê gotin, di salên navîn ên sedsala 20'an de destpê kiriye.
Zanyaran dan xuyakirin, ku mirovan cîhan derbasî serdemeke nû ya jeolojîk kirine. Tê gotin, ev serdema nû ya jê re Anthroposen tê gotin, di salên navîn ên sedsala 20'an de destpê kiriye.
Komek ji zanyarên ji Kongreya Jeolojî ya Navneteweyî, ku li Afrîka Başûr li hev civiya, encamên xebata bi sernavê "Anthroposen (Serdema Mirovan) eşkere kirin. Zanyarên ku zêdeyî heft sal in li ser vê mijarê disekinin, dan xuyakirin, ku dem hatiye xatir ji serdema jeolojîk a bi navê Holosen were xwestin, ku vê serdemê 11 hezar 700 beriya niha di dema qeşayê de destpê kiribû.
Midûra Lêkolînan a Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Catherîne Jeandel ji AFP'ê re axivî û got, "Mirov veguherî hêzeke ku gerstêrkê diguherîne." Jeandel ku yek ji endamên vê koma zanistên lêkolîner e destnîşan kir, ku ev rewş cihê fikaran e.
Ev 4,5 mîlyar sal in, cara yekê ye ku cureyek ji zindiyan morfolojî, kîmya û biyolojiya cîhanê bi vî rengî ji binî ve diguherîne.
Koma ji 35 kesan qonaxên cuda yên jeolojîk ên Antroposenê lêkolîn kirin û tespît kirin ku li qada stratîgrafiyê veguheriye rastiyekê.
Ji Zanîngeha Leîcesterê jeolog Jan Zalasîewîcz, ku komê bi rê ve dibe, da zanîn ku 30 ji 35 zanyaran dixwazin Antroposen fermî bibe. 3 ji wan li ber rabûn û 2 jî bêbiryar man.
Konsepta Antroposenê beriya niha bi deh salan ji aliyê xwediyê Xelata Nobelê ya Kîmyayê Paûl Crûtzen ve hatibû eşkerekirin. Crûtzen jî di nava vê koma xebatê de cih digire. Crûtzen serdema nû di sedsala 19'an ji Şoreşa Pîşesaziyê dide destpêkirin. Lê belê piraniya endamên komê dibêjin, vê serdemê di sala 1950'î de destpê kiriye.
Ev tespîta koma xebatê pêşkêşî Kongreya Jeolojiyê ya Navneteweyî hat kirin, ku kongre wê heta 4'ê Îlonê bidome. Ji bo tespîta li ser serdema nû fermî bibe, pêwîstî bi demeke dirêj heye. Divê pêşniyar di destpêkê de pêşkêşî komîsyoneke jêrîn were kirin. Piştre biçe ber destê Komîteya Rêveber a Yekîtiya Zanistiyên Jeolojîk a Navneteweyî. Bi kurt û kurmancî, ji bo ev pêvajo biçe serî Pêwîstî bi 2 salan heye.