Şerê li Afganîstanê dijwar dibe

Li Afganîstanê ya şerê dijwar di navbera yekîneyên artêşê û Talîbanan de derketî dewam dike, hat diyarkirin ku herêma ku dikeve Bakûr ketiye destê Telîbanan.

Hat ragihandin ku di encama êrîşên çeteyên Talîbanan ê li navçeya Han Abad û derdorê wê ya ku girêdayî walîtiya Kûndûzê û şûn de navenda navçeyê ketiye bin kontrola Talîbanan de. Waliyê herêmê Ayatûllah amîrî jî bajarê ku 30 km dûrî bajarê Kûndûz ketiye bin kontrola Talîbanan de pişrast kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê walîtiya Kûndûzê ve hate kirin jî diyar kir ku ji bo dûbare herêmê ji destê Talîbanan derxînin hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.

Piştî ku Han Abad û derdorî wê ketina destê Talîbanan û şûn de gelê sivîl ji herêmê dest bi revê kirine.

Talîban, sala borî di meha Îlonê de paytexta wîlayetê Kûndûz xistibûn destê xwe de, lê bi mûdaxeleya artêşa Afganîstan û leşkerên NATO’yê piştî 2 hefteyan Talîban neçar kirin ku bajêr bi terikînin.

Walîtiya Helmand a ku bi heman navê paytextê ku di keve Başûrê Afganîstanê, bi rojan e di bin dorpêça Talîbanan de ye.