Dostê dewlemendan Sarkozy jî namzet e
Lîderê rastgir Nîcolas Sarkozy, ku di navbera salên 2007-2012'an de Serokkomarê Fransayê bû, da xuyakirin ku ew ê di pêşhilbijartinên li nava partiya xwe de namzet be.

Serokê Giştî yê Partiya Komarparêzan (LR) Nîcolas Sarkozy duh daxuyaniyek da û diyar kir, ew ê di pêşhilbijartinên payîzê yên li nava partiya xwe de namzet be. Sibe wê pirtûkeke Sarkozy a bi navê 'Her tişt ji bo Fransayê' bê weşandin. Di vê pirtûkê de Sarkozy gelek sozan dide. Ev sozên wî yên ji bo hilbijartinê jî, xuya ye wê kêfa dewlemendan bîne.
Di nava sozên Sarkozy de kêmkirina baca hatineyan bi rêjeya ji sedî 10'an, û rakirina baca serwetê (ISF) heye, ku dixwaze vê yekê ji bo dewlemendên zêdeyî 1,3 mîlyon euroyê xwe hene, rake.
Sozeke ku a ku Nîcolas Sarkozy jê re dibêje 'Ji bo Fransayê' ew e; emrê teqawîtbûnê ji 62'an bike 64 salî.
Xuya ye Sarkozy tiştên di mijara 'koçberiyê' de nikarîbû di navbera salên 2007-2012'an de bike, dixwaze niha bike. Sarkozy sozê dide ku bi rengekî xurt, hejmara biyaniyên li welêt kêm bike, Peymana Schengenê ji nû ve binirxîne û mafê gihîştina hev a malbatan ji holê rake.
Nîcolas Sarkozy dixwaze bûyîna welatiyê Fransayê gelekî zehmet bike.
Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê wê di Nîsana sala 2017'an de bê kirin.