Di dema ku Tirkiye sûcdariya 'YE bi berpirsyariya xwe ranabe' dike de, derket holê ku bi mîlyaran euroyî alîkariya malî ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, di çarçoveya Peymana Penaberan a meha Adarê, heta niha 2,2 mîlyar euro alîkariya malî ji Tirkiyeyê re hatiye şandin. Komîsyonê diyar kir, ev alîkarî ji bo ji penaberan re bê bikaranîn, ji hikûmeta Tirk re hatiye şandin.
Di daxuyaniya berdevkê komîsyonê de hat ragihandin, sûcdariyên Enqereyê ku dibêje 'YE bi berpirsyariyên xwe ranabe' ne rast in.