Hikûmeta Federal a Swîsreyê ji bo 'cîhadîst'ên ku welatiyên Swîsreyê ne ji welatîbûnê derxîne kar û baran dike. Ji bo xebatên derxistina ji welatîbûnê were destpêkirin, şertê cot-welatîbûnê tê xwestin.
Swîsre piştî Şerê Cîhanê yê 2. cara pêşî ye, ku ji bo kesekî ji welatîbûnê derxîne ber bi çêkirina qanûnan ve diçe. Destpêka vê pêvajoyê jî ew bû ku kesekî 19 salî yê li Kantona Zurîchê rûdinê, 2015’an çûbû Sûriyê, ji bo şer bike. Ji bo ku ev kes cot-welatî ye, tê nîqaşkirina ku ji welatîbûna Swîsreyê were derxistin.
Hikûmeta Federal a Swîsre di demên dawî de ji bo ku derxistina ji welatîbûnê bêhtir beloq bike gotina, "dema ku tevger û rewşa kes ji bo ewlekariya Swîsreyê, berjewendiya wê û îmaja wê bû taloke" li verastirina mafên welatîbûnê hate zêdekirin.
Ku têkiliya kes a bi rêxistinên terorîst ên Islamî re diyar bû û diyar bû ku tevlî çalakiyên tundrew bûye dikare ji welatîbûnê were derxistin.
Prosedûra derxistina ji welatîbûnê tenê wê 'cîhadîst'an venehewîne nav xwe, li gorî verastkirinê, di rewşên, "qirkirin, sûcên dijî mirovahiyê, sûcê şer û di binpêkirina Peymana Cenevreyê de" jî kes ji welatîbûnê dikarin werin derxistin.
Kesên ku ji van sûcan yekî jê mehkûm bibe û hemû rêyên qanûnî xitimîn wê ji welatîbûnê werin derxistin.