Li Tûnisê hikûmeteke nû ya ji gelek partiyan ava bû

Li Tûnisê, ku ji sala 2011'an û vir ve aramî lê nîne, bi serokwezîrtiya Yûssef Şahed desteyeke nû ay wezîran ava bû. Li nava vê desteyê 8 jin û gelek ciwan hene.

Şahed ê ku ji aliyê Serokkomar Bacî Kaîd el Sebsî ve ji bo avakirina hikûmetê hat wezîfedarkirin, hikûmeta nû ragihand. Ji bo ev hikûmet karibe dest bi kar bike, divê dengê pêbaweriyê ji hikûmetê bigire. Eger desteya wezîran a Şahed ê 40 salî bê erêkirin, wê bibe serokwezîrê herî ciwan ê welatê xwe.

Di nava desteya wezîran a Şahed de, ku ji partiya Nîda Tûnis a laîk e û Serokkomar El Sebsî jî jê ye, 8 wezîrên jin hene. Her wiha 14 wezîr jî ji nava ciwanan hatin hilbijartin. Di nava desteya nû ya wezîran de tevî endamên Nîda Tûnis, endamên Ennhada ya ku Îslamî tê naskirin û hin partiyên din ên siyasî jî hene.

Tûnis, welatê destpêkê ye ku serhildanên jê re 'Bihara Ereb' tê gotin, lê rû da. Li vî welatî, ji ber ku rêveberiyeke aram ava nebû, gelek pirsgirêk derketin holê. Hikûmeta nû divê bi taybetî li hemberî krîzên aborî û civakî, komên çekdar ên Îslamî yên tund û li dijî nelirêtiyê têbikoşe.