Roja dîrokî ya Kolombiyayê: Li ser Peymana Aştiyê li hev hat kirin

Li Kolombiyayê, ji bo qedandina şerê navxweyî yê zêdeyî 50 salan dewam dike, peymana aştiyê ya dîrokî hat amadekirin.

Muzakereyên navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê, ku di dawiya sala 2012'an de li paytexta Kuba Havanayê destpê kirin, qediyan. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, li hev hatiye kirin û şerê navxweyî yê ji sala 1964'an û vir ve dewam dike, hatiye qedandin.

FARC: KOLOMBIYA BI SER DIKEVE, MIRIN TÊK DIÇE

Muzakerevanê sereke yê FARC'ê Rodrîgo Granda, peymana aştiyê ragihand û destnîşan kir, ku di aştiyeke bi muzakereyê hatiye ragihandin de 'yên bi ser ketine û yên winda kirine nîne'. Granda mesajek li ser twîtterê weşand û got, "Kolombiya bi ser dikeve, mirin têk diçe."

Lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ê bi nasnav Tîmoşenko jî da xuyakirin, ku ew kêfxweşiya xwe ya ji ber peymana aştiyê bi gelê Kolombiyayê re parve dike.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos jî di daxuyaniya beriya niha de gotibû, "Ji agahiyeke dîrokî ya ji bo Kolombiyayê were dayîn."

LI SER 6 XALÊN BINGEHÎN MUZAKERE HATIBÛ KIRIN

Muzakereyên bi peymana aştiyê ya dîrokî qediya, li ser mijarên reforma axê, edaleta ji bo qurbaniyên şer, bêçekbûyîn, tevlîbûna gerîlayên FARC'ê li jiyana siyasî, têkoşîna li hemberî bazirganiya narkotîkê û bicihanîna peymana aştiyê, hat rawestîn.

Tê payîn, peyman pişî dengdana li Kongreyê di meha Cotmehê de bi refrandûmê ji aliyê gelê Kolombiyayê ve were qebûlkirin. Alvaro Ûrîbe yê di dema serokdewletiya xwe ya salên 2002-2010'an de muzakere kir, balkêş e niha jî ji bo redkirina vê peymanê li referandûmê, dest bi propaganda kiriye.

GERÎLA WÊ DI BIN KONTROLA ÇAVDÊRÊN LATÎN AMERÎKÎ DE LI HEV BICIVIN

Eger peyman di referandûmê de were qebûlkirin, wê gerîlayên FARC'ê di bin kontrola 50 çavdêrên Neteweyên Yekbûyî de li cihekî li hev bicivin. Gerîla wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de qonax bi qonax çekê deyne. Piraniya çavdêran jî ji welatên Latîn Amerîkayê pêk tên.

ZÊDEYÎ 260 HEZAR MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DABÛN

Ji sala 1964'an û vir ve, di şerê navbera FARC'ê û artêşa Kolombiyayê de zêdeyî 260 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di şer de 45 hezar kes winda bûn û 7 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn.