Elmanya, Îtalya û Fransa wê giraniyê bidin ser ewlekariyê
Elmanya, Îtalya û Fransayê, ji bo 'xurtkirina' sîstema ewlekariyê ya li Ewropayê, biryarên hevpar dan.
Elmanya, Îtalya û Fransayê, ji bo 'xurtkirina' sîstema ewlekariyê ya li Ewropayê, biryarên hevpar dan.
Li Keştiya Balafirên Şer Gîûseppe Garîbaldî ya li peravên bajarê Napolî yê Îtalyayê konferanseke çapemeniyê hat lidarxistin û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel tevlî bûn.
Di vê konferansa çapemeniyê de mesaja "Pêwîste Ewropa hê bi ewle be" hat dayîn. Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî îdîa kir, ku Ewropa dikare 'ji pirsgirêkên demê re bibe bersiv'. Renzî da xuyakirin, siyasetmedarên populîst dibêjin 'çavkaniya hemû pirsgirêkan, Ewropa ye', lê ew berevajî vê nêrînê difikirin.
Renzî got, "Ewropa, şensê herî mezin ê ciwanên me ye. Em ê nehêlin, pirsgirêkên me yên rojane, wêrekiya me qels bikin."
HEVKARIYA XURT A POLÎS Û ÎSTÎXBARATÊ
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê de got, "Divê Ewropa ji bo ewlekariya xwe ya navxweyî û derve, tiştekî bike" û îdîa kir, ku pêwîstî bi xurtkirina ewlekariya sînor heye. Merkel bal kişand ser girîngiya hevkariyeke xurt a polîs û yekîneyên îstîxbaratê yên welatên Yekîtiya Ewropayê.
Di civîna bilind a bi beşdariya her sê lîderan de hat ragihandin, divê li hemberî bêkariya ciwanan a li welatên Ewropayê têkoşîneke xurtir bê meşandin.