Kerry û Lavrov sibe li Cenevreyê li hev rûdinên

DYA û Rûsya hê jî îdîa dikin ku dikarin ji çirava şerê li Sûriyyê re çareseriyeke siyasî bibînin. Bi vê armancê wê wezîrên karên derve yên her du welatan sibe li Cenevreyê li hev bicivin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA de hat ragihandin, wezîr John Kerry û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov wê sibe li Cenevreyê li hev bicivin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, hevdîtin ji bo pêkhatina 'peymanek ji bo rizgariya Sûriyeyê ji krîzê' tê lidarxistin.

Her du welatên ku serokatiya Koma Desteya Navneteweyî a ji bo Sûriyeyê dimeşînin, dixwazin nexşeya rê ya di Mijdara 2015'an de li Viyanayê li ser li hev hat kirin û li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin, bixin meriyetê.