Li Filîpînê di navbera gerîlayên komînîst û hikûmetê de biyara agibestê

Li Filîpînê ya ku ev nêzî 40 sal in ku şerê navxweyî dewam dike, di navbera hikûmet û gerîlayên komînîst de bi agirbestekê li hev hatin.

Di navbera Filîpîn û hêza bi çek Artêşa Gel a Nû (NPA) ya Partiya Komînîst (PCP) bi xebatên navbeynkariyê ya Norveçê encam girt. Hikûmet û gerîla, ji sibehê û şûn de li ser aribesta ku bikeve meryetê li hev kirin.

Di daxuyaniyên ji aliyê her dû aliyan ve hatin kirin de diyar kir ku berdewam kirina agirbestê tê wateya piştgirîkirina muzakereyên aştiyê.

Biyara agirbestê piştî berdana Serokê PCP’ê Benîto Tîamzon ve hate girtin, Serokê Dewleta Filîpînan Roddrîgo Dûterte jî piştgirî kir.

Di şarê ji salên 1968’an yên di navbera hêza bi çeka ya NPA ya Partiya Komînîst û artêşa Filîpînan de heta niha herî kêm 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Beriya niha di dema Serokê Dewletê yê berê Benîgno Aqûîno hevdîtinekî ya aştiyê di sala 2010’an de hetibû destpêkirin, di sala 2013’an de bi serkeftî encam negirt. Wê demê jî gerîlayên komînîst xwestin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan, hikûmet jî ev daxwaz qebûl nekiribû.