Li gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê dibetiya jiyanê
Li gorî agahiyên di gotareke kovara Natûre de hat weşandin, li gerstêrkek bi navê Proxîma B a bi 4,2 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e û li derveyî Sîstema Rojê ye, dibe ku jiyan lê hebe.
Li gorî agahiyên di gotareke kovara Natûre de hat weşandin, li gerstêrkek bi navê Proxîma B a bi 4,2 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e û li derveyî Sîstema Rojê ye, dibe ku jiyan lê hebe.
Ji gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê ku weke 'exoplanet' tên naskirin, hat tespîtkirin ku gerstêka bi navê Proxîma B li dora yek ji stêrkên nêzî Rojê ne Proxîma Centaûrî digere.
Li gorî agahiyên di gotarê de hatin weşandin, pêkan e ku di nava deh salên pêşiya me de li Proxîma B'yê lêkolînên xurt karibin bên kirin. Her wiha pêkan e ku di nva sed salên pêşiya me de ji bo lêkolînkirinê robot ji vê gerstêrkê re were şandin.
Di gotarê de bal tê kişandin ser bilindbûna dibetiya jiyanê li Proxîma B'yê û ji bo îspata vê yekê jî, germahiya hewayê ya ku dikare rê li ber çem veke, heye.
Lê hat ragihandin, gerstêrka Proxîma Centaûrî ya ku Proxîma B li dora wê digere, li gorî Rojê biçûktir û siviktir e, lewma kêmtir tîrêjan li derdorê belav dike. Tê gotin, ev gerstêrk bi qasî 1,3 caran ji cîhana me mezintir e.