Erdheja li Îtalyayê: 240 mirî, gelek winda
Li gorî bîlançoya awî ya erdheja duh danê sibehê li Îtalyayê rû da, herî kêm 240 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî bîlançoya awî ya erdheja duh danê sibehê li Îtalyayê rû da, herî kêm 240 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber erdheja ku li herêma Ombrîe ya bi 150 kîlometreyan li bakurrojhilatê Romayê qewimî, bi hezaran mirov bê stargeh man. Li gorî hejmara duh, 240 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Ajansa Parastina Sivîlan der barê erdheja bi dijwariya 6,2'an de agahî da û da zanîn, hê jî gelek kes winda ne. Li gorî ajansê, fikar zêde ne ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Li Îtalyayê, ji sala 1980'ê û vir ve di erdhejan de 3 hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.