Bi tenê yek ji pênc Ewropiyan koçberiyê 'erênî' dibînin

Li gorî lêkolîna Estîtuya Ipsosê a li 22 welatan hat kirin, piştî pêla par a koçberiyê, li hemberî koçberan nêrîneke neyînî derket holê.

Bi tenê yek ji pênc Ewropiyan hebûna koçberan 'erênî' dibînin. Lê fikara 'ewlekariyê' û 'ji destdana kar' bêhtir derdikeve pêş.

Li gorî lêkolînê, li Fransa û Belçîkayê ku çeteyên DAIŞ'ê gelek komkujî lê kirin û li Îtalyayê, ku gelek penaber xwe lê digirin, pêşhukmên li hemberî koçberan zêde ne. Li gelemperiya 22 welatan rêjeya mirovên dibêjin 'gelekî koçber hene' ji sedî 49 e. Li Fransayê ji sedî 57, li Belçîkayê ji sedî 60, li Îtalyayê jî ji sedî 65 dibêjin 'gelek koçber hene'.

Li Elmanyayê jî, ku di nava du salên dawî de bi qasî mîlyonek koçberî serlêdana penaberiyê kirine, rêjeya mirovên bi vê nêrînê ne, ji sedî 50 ye.

BI TENÊ YEK JI PÊNC PARAN, HEBÛNA KOÇBERAN 'ERÊNÎ' DIBÎNIN

Li gorî lêkolînê, hejmara mirovên bawer dikin ku hebûna koçberan 'ji bo welatê wan erênî ye' bi tenê yek ji pênc paran e.

Mirovên xwedî vê nêrînê ne; li Brîtanya Mezin ji sedî 35, li Spanyayê ji sedî 20, li Elmanyayê ji sedî 18, li Fransa û Belçîkayê ji sedî 11 û li Îtalyayê jî ji sedî 10 e.

Ji dîrektorên Ipsos Knowledge Center Yves Bardon ev lêkolîn şîrove kir û got, pêla koçberan li welatên bêkarî lê zêde ye rê li ber 'tirsê' vedike.

FIKAR HENE, ÇETE DI NAVA PENABERAN DE XWE BIGIHÎNIN EWROPAYÊ

Li gorî lêkolînê ji sedî 61 ê Ewropiyan bawer in, 'terorîstên' dixwazin êrîşê bikin, hewl didin di nava penaberan de xwe bigihînin Ewropayê. Ev rêje li Elmanyayê ji sedî 71 e. Li Îtalyayê ji sedî 70, li Fransayê ji sedî 67 e.

Ev lêkolîn li ser Înternetê di navbera 24'ê Hezîranê - 8'ê Tîrmehê de hat kirin û zêdeyî 16 hezar kes tevlî bûn.