Li Îtalyayê hejmara miriyan ji 120'î bihurî
Li Îtalyayê ji ber zelzeleya ku dijwariya wê 6,2 ye, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane herî kêm 120 in.
Li Îtalyayê ji ber zelzeleya ku dijwariya wê 6,2 ye, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane herî kêm 120 in.
Ji ber zelzeleya ku ber bi danê sibehê li 150 kîlometre bakurrojhilatê paytext Romayê pêk hat û dijwariya wê 6,2 ye, fikar hebûn ku hejmara miriyan zêde bibin. Hate ragihandin ku heta niha yên ji ber zelzeleyê jiyana xwe ji dest dane herî kêm 120 kes in, her wiha hate gotin ku gelek kes jî winda ne.
Ji ber zelzeleyê, herî kêm 3 gundên li herêma çiyayî vegeriya xirbeyan, bi taybet jî li gundê Amatrîce ku nifûsa wê 3 hezar e, xisarek mezin çêbûye.
Xebatên rizgariyê didomin, ji gelek welatan jî ekîbên rizgarkirinê hatin şandin.