Li gorî anketa ji aliyê şîrketa bi navê Unique ve hat çêkirin, di hilbijartinên giştî de wê Partiya Azadiyan a Awûstûryayê (FPO) ya nîjadperest, wê bi rêjeya ji sedî 33'an bibe partiya yekemîn. Li gorî anketê, Partiya Sosyal Demokrat (SPO) a ku Serokwezîr Chrîstîan Kern endamê wê ye, ji sedî 26 û hevalbendê desthilatdariyê Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) jî ji sedî 21 ê dengan werdigire.
Di anketê de hat ragihandin, dengê Partiya Keskan ji sedî 12, tevgera NEOS a lîberal jî ji sedî 7 ê dengan bi dest dixe.
Li gorî anketa ji aliyê SORA ve hat kirin, FPO ji sedî 34, SPO ji sedî 28, OVP ji sedî 18, Kesk ji sedî 14 û NEOS jî ji sedî 4 ê dengan distîne.
Di anketan de tê dîtin, ku piştî Serokwezîr Chrîstîan Kern hatiye ser kar, rêjeya dengê SPO zêde bûye û hevparê desthilatdariyê OVP qels bûye. OVP a ku li dijî penaberan daxuyaniyên tund dide, gelek hilbijêr ji dest berdaye û tê gotin, van hilbijêran berê xwe dane FPO.
Di hilbijartinên giştî yên dawî yên sala 2013'an de SPO ji sedî 27, OVP ji sedî 24 û partiya tund arastgir FPO jî ji sedî 20,5 ê dengan standibûn.