Li DYA'yê pirsgirêka peydakirina karkeran rû dide

Yek ji du namzetên girîng ên hilbijartinên meha Mijdarê yên DYA Donald Trûmp, mijara xebatkarên koçber gelekî bilêv dike. Lê belê hejmar û daneyên heyî, rastiya berevajî îdîayên Trûmp radixe pêş çavan.

Tevî ku bi gelek hilbijêran re tirsa "wê koçber karê me ji destê me bigire" heye jî, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêwîstî bi hêzeke zêde ya kar heye.

Her sal bi sed hezaran koçberên nû ji Meksîka û welatên Latîn tên DYA, ku nifûsa xwe 320 mîlyon e. Hê jî zêdeyî 10 mîlyon koçber neçar in bi qaçaxî bixebitin.

Tevî propagandayên 'koçber, karê Amerîkiyan ji wan distînin" jî, li DYA'yê di salên dawî de bi mîlyonan cihên nû yên kar hatin afirandin. Li DYA'yê rêjeya bêkariyê ji sedî 4,9 e. Bi tenê di meha Tîrmehê de 255 hezar qadên nû yên kar hatin afirandin.

Li gorî gelek analîstan, rêjeya bêkariyê ya li DYA gelekî kêm e. Li gorî Mark Zandî yê ji ajansa ratîngê Moody's, zêdebûna bêkariya li DYA li aliyekî, eger tedbîr neyê girtin wê pirsgirêkeke cidî ya peydakirina hêza kar rû bide.

Zandî da xuyakirin, ku gelek şîrketên Amerîkî di peydakirina xebatkaran de zehmetiyê dikişînin.