Li bajarê Rîo de Janerîo duh Lîstikên Olîmpiyatan ku bi mîlyonan kes dişopînin, destpê kir, hate daxuyandin ku domahiya lîstikan wê bi sedan erkdarên ewlehiyê li dijî çeteyên sûcê operasyonan li dar bixin. Di operasyonan de ku zêdetir li narkotîk û çekan tê pirsîn, tê ragihandin ku hedef dîtina nêzî 50 lîderên rêxistinên sûcan e.
Hate ragihandin ku operasyonên li Favela ku li bakurê Rîo ji 25 jiyangehan pêk tê, ji ber êrîşên çekdarî û şerê mabeyna çeteyan hatiye destpêkirin.
Li gor agahiyên têkîldarî operasyonan, navbera polîs û çeteyên narkotîkê de şer diqewimin, gelek polîs birîndar bûne. Tevî operasyonên ku gelek lîderên çeteyên narkotîkê hatin girtin jî, piraniya wan reviyane.
Li Rîo’yê ku mahzûbantiya Lîstikên Olîmpiyatan dikin, xebatên çeteyên sûcê û cînayet tiştekî eşkere ne. Tenê îsal di 5 mehên destpêkê de tê texmînkirin ku nêzî hezar û 900 kesî di şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest dane.