Li Pakîstanê êrîş: Bi dehan kes mirin

Li paytexta Eyaleta Belûcîstan Kûettayê, ji ber teqînekê herî kêm 30 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlekariyê dan xuyakirin, ku teqîn li ber deriyê sereke yê nexweşxaneyeke dewletê rû daye û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, danê sibehê piştî ku parêzerekî ji ber êrîşeke çekdarî birîndar bû anîn nexweşxaneyê, teqînê rû daye. Di dema vê teqînê de gelek hempîşeyên parêzer û rojnamevan li nexweşxaneyê hebûn, ku ji bo serdana parêzerê birîndar hatibûn.

Hê nehatiye hînbûn bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.