Nerazîbûna li muzakereyên bi Tirkiyeyê re zêde dibe

Beşeke girîng a gel û siyasetmedarên li Elmanya û Awûstûryayê dixwazin, muzakereyên ji bo endametiyê bi Tirkiyeyê re tên meşandin, derhal bên betalkirin.

Li welatên Ewropayê, ku zêdeyî salek e li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng in, balkêş e ji ber pêkanînên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, nerazîbûn zêde dibe.

Bi tesfiyeyên piştî darbeyê re, feraseta rêveberiya dîktatorî ya li Tirkiyeyê, di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) bûye mijareke gelekî tê nîqaşkirin.

Ev nîqaş herî zêde li Elmanyayê tê kirin. Di nava Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU), ku seroka wê Serokwezîr Angela Merkel e, tevî hin îtirazan jî nêzîkatiya giştî 'aciznekirina Tirkiyeyê' ye.

Endamê Parlamenta Ewropayê (PE) Elmar Brok ê ji CDU, daxuyaniyek da rojnameya Welt am Sonntag û da xuyakirin, ku yekser betalkirina muzakereyan wê 'kêrhatî nebe'.

Brok her wiha diyar kir, li şûna endametiya Tirkiyeyê, divê rewşeke 'têkiliyeke xurt' a mîna Norwêcê ji bo Tirkiyeyê bê destnîşankirin.

Parlamentera PE ya ji Partiya Keskan Rebecca Harms jî îdîa kir, ku betalkirina muzakereyan wê were wateya qedandina hemû têkiliyên bi Tirkiyeyê re. Harms her wiha îdîa kir, ku bi saya muzakereyan wê gelek kesên li Tirkiyeyê bibin xwedî ewlekariya dewleta hiqûqê.

PARTIYA ÇEP: HIKÛMETEKÊ ŞER LI HEMBERÎ GELÊ XWE ÎLAN KIRIYE, NABE BIBE ENDAMÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Piraniya endamên partiyên siyasî yên li Elmanyayê jî di wê baweriyê de ne, ku êdî di şexsê AKP'ê de li Tirkiyeyê sîstemeke dîkatotrî pêk tê û nabe, tehemûl ji vê re bê kirin.

Partiya Çep (Dîe Lînke) li Meclîsa Federal partiya sêyemîn a herî mezin e. Hevserokê Dîe Lînke Bernd Rîexînger xwest, li hemberî faşîzma Erdogan helwesteke zelaltir bê nîşandan û bi taybetî, şerê li hemberî Kurdan dimeşîne bibîr xist.

Rîexînger ji Koma Medya ya Fûnke re axivî û got, "Hikûmeteke ku rojnamevanan digire, hiqûqê binpê dike, mûxalîfan davêje binê zîndanan û li hemberî gelê xwe şer dimeşîne, nabe li nava Yekîtiya Ewropayê bê qebûlkirin."

Rîexînger da xuyakirin, ku helwesta Dîe Lînke ya li hemberî faşîzma AKP'ê bi salan e dewam dike û bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku peymana penaberan a di meha Adarê de ket meriyetê, betal bike.

FDP: BÛYERÊN DI SALA 1933'AN DE LI ELMANYA NAZÎ QEWIMÎN, DUBARE DIBIN

Partiya Demokratên Azad (FDP), demeke dirêj li Elmanyayê di nava koalîsyonan de cih girt û heta vê dawiyê jî bi erênî nêzî endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê dibû. Serokê FDP'ê Chrîstîan Lîndner jî li hemberî Erdogan û AKP'ê gotinên tund bilêv kir.

Lîndner ji rojnameya Bîld re axivî û hişyarî da ku desthilatdariya li Tirkiyeyê mîna Naziyên Elmanya 1933'an e. Lîndner bibîr xist, ku di sala 1933'an de piştî şewata li Reîchstagê, Adolf Hîtler dest bi tesfiyeyan kir û hema pişt îro li Tirkiyeyê diqewime. Lîndner diyar kir, Erdogan rejîmeke otorîter a şexsê wî navenda vê rejîmê ye, ava kiriye.

Lîndner destnîşan kir, azadî û mafê mirovan ji bo Erdogan ne girîng e û ragihand, ji ber vê yekê nabe bibe partnerê Ewropayê. Lîndner da zanîn, 'helwesta nerm' a Yekîtiya Ewropa li hemberî Erdogan nîşan dide, ne ya qebûlkirinê ye û ragihand, di nava şert û mercên normal de diviyabû muzakere ji mêj ve hatibûya betalkirin.

HIKÛMETA AWÛSTÛRYAYÊ WÊ DI 16'Ê ÎLONÊ DE HEWL BIDE YEKÎTIYA EWROPAYÊ QANIH BIKE

Welatekî din, ku di dema dawî de herî zêde nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê û Erdogan dide, Awûstûrya ye. Lîderê Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Serokwezîr Chrîstîan Kern berî hefteyekê di vî warî de daxuyaniyên balkêş da bû.

Kern gotibû 'endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, çîrokeke dîplomatîk e' û piştî vê daxuyaniyê AKP'ê sûcdariya 'nîjadperestî' lê kiribû. Kern dabû xuyakirin, ku ew ê di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya 16'ê Îlonê de hewl bide serokdewlet û serokwezîrên welatên endam, ji bo betalkirina muzakereyên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, qanih bike.

Wezîrê Karên Derve Sebastîan Kûrz ê ji Partiay Gel a Awûstûryayê (OVP) a rastgiriya navendî, ragihandibû ku ew ê li Konseya Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, ji bo qedandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re bikeve nava hewldanan.

PIRANIYA GELÊ ELMAN DIXWAZE MUZAKERE BÊ BETALKIRIN

Li aliyê din, li gorî anketa dawî ya li Elmanyayê hat kirin, ji sedî 66 ê gel dixwaze muzakereyên endametiya Tirkiyeyê derhal bên betalkirin. Li gorî anketa şîrketa Emnîdê ji sedî 69 ê beşdaran dixwazin, alîkariya malî ya di berdêla Peymana Penaberan de ji Tirkiyeyê re tê dayîn, bê sekinandin.

Tevî ku bi saya Peymana Penaberan a bi Tirkiyeyê re hejmara penaberên tên Elmanyayê kêm bûye jî, ji sedî 52 ê gel dixwaze ev peyman bê betalkirin. Hejmara mirovên dixwazin peyman dewam bike ji sedî 35 e.