DYA 8 hezar penaber qebûl kirin
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka da xuyakirin ku ji deh hezar penaberên ku wê qebûl bike, heta niha nêzî 8 hezarî derbasî welêt bûne.
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka da xuyakirin ku ji deh hezar penaberên ku wê qebûl bike, heta niha nêzî 8 hezarî derbasî welêt bûne.
Cîgira Wezîrê Karên Derve Anne Rîchard, da xuyakirin ku ji meha Cotmehê û vir ve ji rêkên yasayî heta niha 8 hezar penaber hatine DYA. Rîchard destnîşan kir ku hejmara destpêka salê ya îzafî kêm bû, di 3 mehên dawî de zêde bûne.
Serokê DYA Barack Obana dabû xuyakirin ku navbera Cotmeha 2015’an û Kanûna 2016’an wê 10 hezar penaberên Sûriyeyî li welêt vehewîne. Komarparêzan ku di Kongreyê de çalak in, îtîrazê vê biryarê kiribûn û îdîa kiribûn ku ev wê ‘ji bo ewlehiya welêt talûkeyê’ çêbike.
Tê gotin ku heta dawiya salê wê teqez ev hejmara hedefkirî ya penaberan bi cih were.