Guman heye ku êrîşa li Belçîkayê êrîşeke terorîstî be

Li bajarê Charleroî ya Belçîkayê, duh kesekî bi kêrê êrîşî polîsên jin kir û hat kuştin. Guman heye, ku pêwendiya vî êrîşkarî Îslamiya tund hebe.

Li bajarê Charleroî yê Belçîkayê, duh kesekî bi kêrê êrîşî du polîsên jin kirin û ev kes ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Êrîş li cihekî pêşberî Midûriyeta Emniyetê ya li bajêr hat kirin. Tê gotin, êrîşkar berî êrîş bike tekbîr aniye, lewma dibe ku pêwendiya vî şexsî bi DAIŞ'ê yan jî çeteyên din hebe.

Berdevkê polîsên Charleroî Davîd Qûînaûx têkildarî bûyerê ji RTL-TVI re axivî û diyar kir, êrîşa bi kêra di çenteyê li pişta xwe de hatiye cihê bûyerê û ji ber êrîşê, birînên giran li rûyê polîsên jin vebûne. Qûînaûx da xuyakirin, ku polîsekî sêyemîn ê dest li bûyerê werda, êrîşar bi giranî birîndar kir.

Hat ragihandin, êrîşkar piştre li nexweşxaneyê miriye.

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel der barê bûyerê de daxuyaniyek da û anî ziman, ku agahiyên destpêkê nîşan didin, bûyer 'êrîşeke terorîstî' ye.

Wezîrê Karên Hundir Jan Jambon jî da xuyakirin, ku piştî bûyerê ew ê dest bi kar bikin ji bo asta ewlekariyê ya li welêt ji nû ve binirxînin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, di êrîşên 22'ê Adarê yên li balafirgeh û rawestgeha metroyê de 32 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî van êrîşên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kirin, 'alarma gefa terorê' ya li herêmê di asta sêyemîn de hatibû dayîn.