Elmanya wê sînorên xwe negire

Li Elmanyayê, piştî ku du kesên pêwendiya xwe bi DAIŞ’ê re hene hewl dan komkujiyê bikin, li ser girtina sînorên vî welatî nîqaşê destpê kiribû. Ev nîqaş qediya.

Hikûmet li dijî daxwaza girtina sînorên welêt derket. Musteşarê sereke yê Serokwezaretiyê Peter Altmaîer ji rojnameya Berlîner Zeîtûngê re axivî û diyar kir, sînorê Elmanyayê nayên girtin. Altmaîer da xuyakirin, ku ji ber hin êrîşan, nabe ku ew tawîzê ji rêbaza jiyanê ya ‘Ewropî-Rojavayî’ bidin.

Altmaîer da zanîn, ku tedbîrên ewlekariyê yên li welatê wan wê bên zêdekirin û anî ziman, divê xebatên alîkariya ji bo mirovên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, qels nebin.

Altmaîer ku di heman demê de wezîrê ji polîtîkaya penaberan berpirsyar e diyar kir, piştî êrîşên li bajarên Wurzbûrg û Ansbachê, wê tedbîr werin girtin ku ‚ciwanên pirsgirêkên wan hene‘ berê bên tespîtkirin.

BAWERIYA BI MERKEL, BI 12 PÛANAN KÊM BÛ

Piştî êrîşên 18 û 26’ê Tîrmehê yên li bajarên Wurzbûrg û Ansbachê, polîtîkaya penaberiyê ya Serokwezîr Angela Merkel bû hedefa nerazîbûnan. Baweriya bi polîtîkaya Merkel ku par sînor vekir û bi sed hezaran penaber vehewand, di hefteya dawî de gelekî kêm bû.

Ji beşdarên lêkolîna ARD a bi navê Deutschland-Trend bûn, ji sedî 47’ê wan gotin, ew polîtîkayên Merkel napejirînin. Ev rêje nîşan dide ku li gorî meha derbasbûyî 12 pûan kêm kiriye.