Di xwepêşandanên Etîyopyayê de bi kêmanî 50 kes mirin

Tê gotin di xwepêşandanên dijî hikûmetê de ku van demên dawî zêde bûbûn, li Etîyopyayê bi kêmanî 50 kes mirin.

Li herêma Oromo û Amharê ku dawiya hefteyê xwepêşandanên li dijî hikûmetê veguherî şer, tê gotin hijmara miriyan zêde dibe. Hat diyarkirin ku tenê li herêma Oromoyê hijmara xwepêşandêrên ku hatine kuştin di navbera 48-50 kesî de ne.

Serokê Kongreya Gel a Oromo ya di muxalefetê de, Merera Gudîno, diyar kir, hijmara li ber destê wan tenê têkildarî vê herêmê ye.

Jêderkên Rojavayî yên dîplomatîk jî dibêjin li gorî bîlançoya guherbar a Oromo û Amharê hijmara kesên ku hatine kuştin 49 kes in.