BM: Li Hawîce 3 hezar sîvîl di destê DAÎŞ’ê de ne

Hat ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê li Hawîce ya nêzî Kerkûkê ku hê jî dibin dagirkeriya wan de ye bi hezaran sîvîl rehîn girtine.

Hatibû diyarkirin ku çeteyên bi astengkirina operasyonên rizgarkirina Hawîce re mijûl dibûn, herî kêm 2 hezar û 900 sîvîlên ku ber bi Kerkûkê ve direviyan rehîn girtin. Der barê vê daxuyaniya ku Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Iraqê,  li gorî zanînên Neteweyên Yekbûyî daye jî herî kêm 3 hezar sîvîl di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne.

Di daxuyaniya Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de hate diyarkirin ku 3 hezar sîvîlên ku hewl dan ji zilma DAÎŞ’ê birevin hatin girtin. Her wiha ragihand ku ew sîvîl ji Hawîce û gundên derdora wê ne.

Li gor daneyên UNHCR’ê, hejmara sivîlên ku ji ber şerên li Iraqê ji cihê xwe bûne nêzî 3 mîlyon û 400 hezar kesî ne. Li bakurê bajarê Fellûceyê jî bi armanca kesên ku mehên bihurî hatibûn rizgarkirin lê bên bicihkirin, wargehek penaberan a ji bo 21 hezar kesî tê avakirin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, bi destpêkirina operasyona Mûsilê ve jî wê herî kêm nêzî mîlyonek mirovî koçber bibin.