Îdîa: Êrîşên li Elmanya ji Erebîstana Siûdî hatine birêvebirin

Tê îdîakirin ku kesên êrîşên li Ansbach û Wurzbûrgê yên Elmanya kirine, di ser çend kesên li Erebîstana Siûdî bi DAÎŞ’ê re hatine têkildarkirin.

Li gorî îdîaya kovara Der Spîegelê, du şexsên ku şik ji wan tê birîn ku li Siûdî ne û DAÎŞ’î ne, bi du kesên ku li Ansbachê û Wurzbergê ketine hewldana êrîşê, di têkiliyekê de ne.

Li gorî îdîayê Riyaz Han Ahmedzayî ku 18’ê Tîrmehê bi kêr û bivir êrîş bire ser rêwiyên trênê, ji kesekî ku bi telefonê jê re dinivisî, pêşniyara, ‘’wesayitan bi ser mirovan de bajo’’ standiye. Lê tê gotin, Ahmedzayî ji ber ku ehlîyeta wî nîn bûye, ev daxwaz red kiriye.

Tê gotin, Muhammed Delal jî ku 24’ê Tîrmehê li qadeke festîvalê ya Ansbachê teqemeniyan di çenteyê ser milan de teqandibû, ji yekî ku bi telefonê jê re nivisiye, talîmat standiye ku, ‘’teqînê û hengameya piştî teqînê bi vîdeoayê tomar bike’’ Tê gotin, kesê ku tê gumankirin endamê DAÎŞ’ê ye, xwestiye ku vîdeoyê ji DAÎŞ’ê re bişîne. Her wiha tê diyarkirin ku teqemeniya di çenteyê Delal de zû teqiyaye.

Tê îdîakirin, kesên ku ji Ahmedzayî û Dalel re bi telefonê nivîsîne, endamên DAÎŞ’ê ne û li Erebîstana Siûdî dimînin.