Li dijî lîderê Lûganskê Plotnîtskiy sûîqest
Li hember Lîderê Komara Gel a Lûganskê Îgor Plotnîtskiy ku serxwebûna xwe yek alî îlan kir, êrîşek bombeyî hate lidarxistin.
Li hember Lîderê Komara Gel a Lûganskê Îgor Plotnîtskiy ku serxwebûna xwe yek alî îlan kir, êrîşek bombeyî hate lidarxistin.
Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Lûganskê, vê sibehê dema wesayîtek Plotnîtskiy li fetlenokeyê rawestiya teqiya. Tê ragihandin ku Îgor Plotnîtskiy rakirin nexweşxaneyê, têkîldarî rewşa tenduristiya wî agahî nehat dayîn.
‘REWŞA PLOTNÎTSKIY CÎDÎ YE’
Çavkaniyên ajansa Înterfax ên li nexweşxaneyê, diyar kirin ku rewşa lîderê Lûganskê cîdî ye. Di nûçeyê de tê gotin ku Plotnîtskiy di emeliyatê de ye, ev îfade cih girtin, “Doktor têkîldarî rewşa Plotnîtskiy bi fikar in.”
Hate diyarkirin ku di heman teqînê de 2 kesên din jî birîndar bûne.