Li Polonyayê, spekulasyonên li ser zêrên Nazî wê bên lêkolînkirin

Li Polonyayê, ev saleke li ser trenek ku tê gotin zêrên Nazî tê de ne, spekulasyon tên kirin. Ev îdîa taliyê tê lêkolînkirin.

Di Tebaxa bihurî de hatibû îdîakirin, ku li tuneleke li herêma Şîlezya Jêrîn a li Polonyayê treneke Nazî ya zêr tê de ne, heye. Ev îdîa ewilî ji aliyê lêgerînerên zêran ên bi navê Pîotr KOper û Andreas Rîchte ve hatibû bilêvkirin. Piştre Wezareta Çandê ev îdîa parve kiribû.

Koper û Rîchter duh jî daxuyaniyek dan û diyar kirin, xebatên lêgerînê yên li tunela li nezî bajarê Walbrzych wê di nava vê mehê de destpê bikin. Di daxuyaniya li malpera înternetê Koper û Rîchter de hat weşandin, her wiha planeke demkî ya li ser lêgerîna li trenê hat parvekirin.

Li tunela li ser rêya hesinî ya navbera bajarên Walbrzych û Breslaû, tê îdîakirin ku treneke ji zêrên Elmanya Nazî heye.