Engels hat bîranîn

Mamosteyê mezin ê proleteryayê Frîedrîch Engels di salvegera 121. a mirina xwe de li Wûppertalê hat bîranîn.

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, ciwanên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger bi wesîleya salvegera mirina Frîedrîch Engels, li mala Engels û li ber peykerê wî çalakiyeke bîranînê lidar xistin.

Ciwanên Şoreşger saet di 14:00 de li meydana Altemarkt a li Wûppertal/Barmenê ku mala Engels lê ye li hev civiyan û li sûka Altemarkt û meydanê belavok belav kirin.

Piştre heta ber peykerê Engels bi qîrîna dirûşmeyan meşiyan.

Çalakiya bîranînê li dû deqeyeke rêzgirtinê û axaftinan, qediya.