Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê Îtalya baregehên xwe ji DYA re veke

Îtalyayê ragihand, ew dikarin baregehên xwe yên hewayî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re vekin, ku çend roj berê li Lîbyayê ji hewayê li hedefên DAIŞ’ê xistibû.

Wezîra Parastinê Robert Pînottî da xuyakirin, ku eger DYA bixwaze ew dikarin baregehên xwe yên hewayî ji bo êrîşên li dijî DAIŞ’ê vekin.

Pînottî ragihand, qedandina DAIŞ’ê li Lîbyayê ne tenê ji bo Lîbyayê, ji bo Îtalya û tevahiya Ewropayê jî gelekî girîng e.

Pînottî da zanîn, baregehên wan ên hewayî hê ji bo bomberdûmanê nehatine bikaranîn û destnîşan kir, ku daxwazek di vî warî de bê kirin ew ê bi erênî bersivê bidin.

Wezîrê Karên Derve Paolo Gentîlonî jî çend roj berê dabû xuyakirin, ku eger DYA bixwaze ew ê karibin bikaranîna baregeha leşkerî ya Sîgonella ya li Girava Sîcîlyayê binirxînin.