Li Helebê di hefteyekê de 500 kes hatin kuştin
Li Helebê di şerê di ne havbera hêzên rejîmê, El Nûrsa û komên din de, di nava hefteyekê de bi kêmanî 500 kes hatin kuştin
Li Helebê di şerê di ne havbera hêzên rejîmê, El Nûrsa û komên din de, di nava hefteyekê de bi kêmanî 500 kes hatin kuştin
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku li Londonê ye, di daxuyaniya xwe de, ku ev spart çavkaniyên herêmî diyar kir ku ji her dû hêlan bi tevahî 500 kes hatin kuştin. Li gorî SOHR’ê ji 31’ê Tîrmehê û vir ve,piraniya kesên ku hatin kuştin, ji komên muxalîf pêk tên, ku li rojhilatê bajêrdor li wan hatibû pêçan.
Di heman daxuyaniyê de tê gotin di hevbombekirinê de û êrîşan de 130 sivîl jî mirine:
Rojhilatê Helebê ku bi piranî di destê komên Îslamiyên tundrew de bû û her wiha bi komkujiyên li ser Kurdan têne nasîn, ji hêla hêzên rejîmê ve dora wan hatibû pêçan.
Piştî dorpêçê balê kişandibû ku çeteyên El Nusra ragihandibûn ku ew ji El Kaîdeyê vediqetin û navê Fatah El Şam li xwe kiribûn. Tê gotin, çeteyan xwestine ku li başûrê Helebê dorpêçê bişkînin lê bi ser neketine.