Komarparêz hewl didin pêşî li Trûmp bigirin
Di hilbijartinên serokatiyê yên DYA de, namzetê ku bi gotin û rêbaza xwe herî zêde tê nîqaşkirin Donald Trûmp e. Nerazîbûna li hemberî Trûmp a di nava partiyê de zêde dibe.
Di hilbijartinên serokatiyê yên DYA de, namzetê ku bi gotin û rêbaza xwe herî zêde tê nîqaşkirin Donald Trûmp e. Nerazîbûna li hemberî Trûmp a di nava partiyê de zêde dibe.
50 endamên partiya Komarparêz ên li Qesra Spî û wezaretên girîng xebitîn e, bang kirin ku deng ji Trûmp re neyê dayîn. Xebatkarê berê yê CIA Evan McMûllîn diyar kir, ew ê di hilbijartinê de namzet be.
Tevî gelek mirovên ji salên 1970'ê û pê ve di dema desthilatdariyên Partiya Komarparêz de li Qesra Spî û wezaretên karên derve û parastinê bi erkên payebilind rabûn, 50 kesî nameyek weşandin û diyar kirin, ew li dijî namzetiya Trûmp in. Di nava kesên mora xwe danîne binê vê nameyê de dîrektorê berê yê CIA'yê Mîchael Haydan, Dîrektorê Ewlekariya Neteweyî yê berê John Negroponte, şêwirmendê berê yê ewlekariya neteweyî yê Dîck Cheney Erîc Edelman û serokê berê yê Banka Cîhanê Robert Zoellîck jî hene.
Di vê nameyê de tê gotin, Donald Trûmp di gelek mijaran de 'nezan û kêm e' û hişyarî hat dayîn, ku eger Trûmp bê hilbijartin wê bibe 'serokê herî xetere' yê dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Di nameyê de ji hilbijêran tê xwestin, dengê xwe nedin Trûmp û hat destnîşankirin, ku haya namzetê Komarparêz ji 'destûra bingehîn û xalên bingehîn ên hiqûqê' nîne.
Di nameya kadroyên berê yên payebilind ên Komarparêz de tê gotin, Donald Trûmp ji aliyê polîtîka navneteweyî ve jî gelekî kêm e û naxwaze di vî warî de hîn bibe.
Di dewama nameyê de hat destnîşankirin, ku Trûmp bi rengekî bêtehemûl nêzî rexneyan dibe û daxuyaniyên wî di nava gelek hevalbendên DYA de rê li ber alarmê vedike.
Komarparêzeran herî dawî diyar kirin, Trûmp ji bo wezîfeya serfermandariyê, ku wê ji hêza nukleerî ya DYA jî berpirsyar be, 'gelekî xetere' ye.
Li aliyê din, di nava Komarparêzan de namzetekî nû yê serbixwe li dijî Trûmp derket holê. Endamê Partiya Komarparêz ê 40 salî xebatkarê berê yê CIA Evan McMûllîn da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên 8'ê Mijdarê de bi awayekî serbixwe namzet be.