Partiya Çep a Swêdê: Li hemberî Tirkiyeyê danekirin divê

Lînde xwest, peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan bê betalkirin û muzakereyên li endametiya Tirkiyeyê bên sekinandin.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Hans Lînde da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di asteke bilind de mafên mirovan hatiye binpêkirin û xwest, li hemberî vê yekê danekirin li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom ji Servîsa Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivî û diyar kir, rêveçûna heyî ya li Tirkiyeyê ne ya qebûlkirinê ye. Wallstrom destnîşan kir, ku hem Yekîtiya Ewropa, hem jî Neteweyên Yekbûyî divê li hemberî rewşê nerazîbûneke xurt nîşan bidin.

Lînde ev daxuyaniya Wezîra Karên Derve nirxand û diyar kir, ku dema mijara Tirkiye be gotin têrê nake, girîng e naveroka gotinan bê dagirtin û gavên şênber werin avêtin.

Lînde xwest, peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser penaberan bê betalkirin û muzakereyên li endametiya Tirkiyeyê bên sekinandin.

Wallstrom pêşniyara Partiya Çep a ji bo danekirinan ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT re nirxand û da zanîn, ku di destpêkê de li şûna danekirinan divê rêbazên cuda bên bikaranîn û diyaloga bi Tirkiyeyê re were dewamkirin. Wallstrom got, „Pêwîste danekirin parçeyek ji stratejî yan jî polîtîkaya mezin a li hemberî vî welatî be. Nabe bi tenê bi danekirinan ev yek were destpêkirin.“

Demokratên Xiristiyan jî pêşniyara Partiya Çep a ji bo danekirinan weke rêbazeke rast dibîne.Berdevka Polîtîkaya Derve ya vê partiyê Sofîa Damm da xuyakirin, ku ji bo tedbîrên li hemberî Tirkiyeyê werin kirin, divê Swêd di nava Yekîtiya Ewropayê de bi roleke aktîf rabe.