Qanûna Kar a Fransayê ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve jî hat qebûlkirin

‘Reform’ên li Qanûna Kar a Fransayê, ku bi mehan hat şermezarkirin, ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve jî hat erêkirin.

Qanûn di meha Adarê de ketibû rojevê û meha derbasbûyî ji aliyê parlamentê ve hatibû erêkirin. Di nava mûxalefeta rastgir û Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê de, hin parlamenter li dijî vê qanûnê derketin.

Konseya Destûra Bingehîn ev dijderktin nirxand û hemû xalên bingehîn ên vê qanûnê erê kir.

Serokwezîr Manûel Valls piştî vê biryara Konseya Destûra Bingehîn daxuyaniyek da û îdîa kir, ku li Fransayê, ji bo ‚diyalogeke nû ya civakî‘ derfet afirîne.

Li hemberî vê qanûna ji aliyê Wezîra Xebatê Myrîam El Khomrî ve hat amadekirin, 60 parlamenterên mûxalîf ên li nava PS û partiyên LR û ÛDÎ ji hev cuda serlêdan kiribûn.