Rheinmetall têkîldarî hilberîna tankan bi Tirkiyeyê re dimeşe

Ji ber bûyerên li Tirkiyeyê, li ser hikûmeta Elmanyayê rexne pêş dikevin, berhemdêrên çekan ên Elman jî bi bêdengiyek mezin ketine nav lêgerînan ku çekan bifroşin Tirkiyeyê.

Şîrketa bi navê Rheinmetall da xuyakirin ku hefteyên bihurî sîparîşek nû ya 400 mîlyon eûroyî girtine, tê gotin ku ji bo tankên Leopard-2 bifroşin Tirkiyeyê ketine pey stratejiyan.

Hefteya bihurî di nûçeyekê de hat nivîsîn ku berhemdêrên çekan ên Elman Rheinmetall AG’e bi fîrmayek navenda xwe li Malezyayê re dixwazin li Tirkiyeyê karxaneyek çekan ava bikin. Îdîayek heman ji hêla nivîskarê aborî yê rojnameya Dîe Welt a Elman Gerhard Hegmann jî hatibû ziman.

Hegmann di nûçeya xwe de bal kişand ku Rheinmetall, şîrketa Tirkan BMC û Etîka Strategî ya navenda xwe li Malezya ye, dixwazin şîrketek navenda wê li Tirkiyeyê vekin.

Tê gotin ku Rheinmetall a ku salên 2000’î hewl dabû tankên Leopard-2 bifiroşe Tirkiyeyê, lê ji ber îtîrazên muxalefetê pêk nehatibû, dixwaze bi vê rêyê firotinê hêsantir bike.

Her wiha tê hedefkirin ku tank û wesayîtên zirxî yên wê li şîrketa Tirkiyeyê bên afirandin jî li bazarên Rojhilata Navîn û Asyayê bifiroşin.

Li gor agahiyan, mezintirîn para şîrketa hevpar a wê di salên pêş de bikeve meriyetê aîdî şîrketa Tirk BMC’ê ye û hevpeymana şirîkatiyê jî wê demdirêj be.

Her wiha, hate gotin ku hevrikê Rheînmetallê yê li Bazara Tirkan    Krauss-Maffei Wegmann jî bi rêka şîrketek din a li Tirkiyeyê ji bo firotina tankan hevdîtinan pêk tîne.

Hikûmeta Elman ji ber dijderketina Partiya Keskan û Çep firotina tankên Leopard-2 ya Tirkiyeyê nepejirandibû.

Lê, nêzî 350 tankên kevn ên Leopard-2 ên artêşa Elman dabûn artêşa Tirk. Dîsa di bin navê ‘alîkariya leşkerî’ de nêzî 320 tankên Leopard-1 şandibûn Tirkiyeyê.